Hûsî ragihandin ku car din li kestiya Amerîkayê ya ‘USS Harry Truman’ê xistine

12 January 2025 00:50 0 dîtin
Hûsî ragihandin ku car din li kestiya Amerîkayê ya ‘USS Harry Truman’ê xistine

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên bi desteka Îranê ragihandin ku li Derya Sor bi fuze û dronan li keştiya balafiran ya DYAyê ya bi navê ‘USS Harry Truman’ xistine. Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan ragihand ku armanca wan ewe keştiyê ji seha operasyonê derxin.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Seri, ragihand ku li keştiya DYAyê xistine. Seri got ku wê êrîşên xwe yên ser Îsraîlê bi sedema Şerîda Xezzayê dewam bikin.

Di derbarê zerara ku Hûsî dane keştiya DYAyê de, ti agahî nehat dayîn.