Hûsî ragihandin ku wan balafirekî Amerîkayê ya bê ajotvan xistiye
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ragihandin ku wan balafirekî bê ajotvan ya Amerîkayê ya tîpa MQ-9 Reaper xistine û goya balafir ji bo Îsraîlê dixebitî. Daxwuyaniya Hûsiyan wehaye:
“Li derya aîdê Yemenê, wekî perçeyekî ji desteka Amerîkayê ji bo Îsraîlê, me balafira Amerîkayê xist. Tevgerên dijminane wê nikaribe me ji operasyonên leşkerî yên li hemberê Îsraîlê paşde bihêle.”
Rêvebirekî leşkerî yê Amerîkayê ragihandiye ku ew dixebitin da tesbît bikin bê balafir di nav sînorê Yemenê de an di ser ava navdewletî de firiyaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin