Hûsî: Balafirên ser ên Amerîkayê bajarê Sada kirin hedef
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, ragihandin ku DYAyê bajarê Sada yê li bakurê welêt kir hedef.
Televîzyona El Masîra ya girêdayî Hûsiyan ragihand ku DYAyê êrîşî Sada kiriye.
Di raporê de agahî nehat dayîn ka êrîşa DYAyê bû sedema windahiyên canî yan jî malî.
Di 23ê Adarê de jî DYAyê 2 êrîşên hewayî birin ser Sada.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin