Hûsî: Me balafireke bêmirov a ji cureya MQ-9 a Amerîkayê xist xwarê
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ragihand ku wan balafireke bêmirov a ji cureya MQ-9 a Amerîkayê li qada hewayî ya parêzgeha Marîbê xistiye xwarê.
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî di daxuyaniya xwe de ya li ser televîzyonê têkildarî mijarê agahî da.
Berdevk diyar kir ku sîstema berevaniya hewayî ya Hûsiyan balafireke bêmirov a ji cureya MQ-9 a Amerîkayê ku li esmanê parêzgeha Maribê çalakiyên dijmin dikir, bi xistina moşekeke zemîn-asîmanî ya ku ji navxwe tê çêkirin, xist xwarê.
Serî bal kişand ku hejmara balafirên bêmirov ên cureya MQ-9ê ku di çarçoveya piştgiriya ji bo Xezeyê di têkoşîna li dijî DYE û Îsraîlê de hatin xistine bûne 14 û got ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Filistînê bidomînin.
Derbarê mijarê de hê ji DYAyê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin