Hûsî: Me balafireke ser a hêzên deryayî yên Amerîkayê li Deryaya Sor xist xwarê
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê îdia kirin ku wan balafireke şer a F/A-18 ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê di êrîşa xwe ya li Deryaya Sor de xistine xwarê.
Li gor daxuyaniya ku berdevk Yehya Sare ji televizyona el-Mesîra re da, Hûsiyan di êrîşa xwe ya li ser keştiya balafiran a USS Harry S. Truman a Hêza Deryayî ya Amerîkayê ya li Deryaya Sor de balafireke şer a F/A-18 xistin xwarê.
Sare got, "Di operasyonê de balafireke F/A-18 hat xistin dema ku balafirên şer hewl dida êrîşê (li ser keştiya balafiran a Hêza Deryayî ya Amerîkayê şikand."
Li gorî berdevkê Hûsiyan êrîşa hêzên DYA û Îngilîstanê ya li ser Yemenê bi êrîşa li ser keştiya balafiran a USS Harry S. Truman a li Deryaya Sor şikandin.
Sare got, "Di operasyonê de 8 moşekên krûze û 17 pêgerên hewayî yên bêmirov hatin bikaranîn."
Berdevk bal kişand ser vê yekê ku piraniya balafirên şer ji qada hewayî ya Yemenê derketin û ber bi ava bêalî ya Deryaya Sor ve ketin rê, ji bo şikandina êrîşa li ser keştiya balafirê, balefirhilgira USS Harry S. Truman piştî êrîşê ji cihê xwe vekişiya. ."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin