Amîrala jin bû fermandara hêzên deryayî yên Amerîkayê

22 July 2023 21:22 0 dîtin
Amîrala jin bû fermandara hêzên deryayî yên Amerîkayê

PeyamaKurd – Cara yekeme li Amerîkayê jineka amîral dibe fermandara hêzên deryayê yên Amerîkayê. Tayîna amîrala jin ji terefê serokê Amerîkayê Joe Biden de hat kirin lê divê senatoya Amerîkayê tayînê erê bike. Amîrala bi navê Lisa Franchetti heya niha fermandara filoya 6em û hêzên Kore ya Başûr bû.

Amîral Franchetti 38 saliye û di dîroka Amerîka de jina duyeme ku bûye amiral. Li gor ragihandina BBCyê Biden gotiye:

“Franchetti, di operasyon û di polîtîkayê de navekî bi tecrubeye. Dema tayîna wê bibe, wê car din navê wê bikeve nav dîrokê.”

Wezîfa fermandarê hêzên deryayê yê niha di payîzê de diqede û paşî wê Franchetti bikeve dewsa wî. Eger erêkirina senatoyê dereng bimîne, wê bi wekalet karê xwe dewam bike.