Hûsî: Me kestiyeke konteynirê ya ber bi Îsraîlê ve diçû bi balafireke bêmirov hedef girt
PeyamaKurd – Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji hesabê Hûsiyan a li ser platforma Telegramê hat dayîn de hat ragihandin ku hêzên deryayî yên girêdayî Hûsiyan li dijî keştiyeke konteynirê ya ku ber bi Îsraîlê ve diçû operasyoneke leşkerî li dar xistine û keştî rasterast hatiye hedefkirin û bi balafireke bêmirov hatiye xistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî ku ekîbên keştiyê bersiv nedan bangên hêzên deryayî yên Hûsiyan operasyona hedefgirtinê pêk hat û hat destnîşankirin, di 48 saetên dawî de derbasbûna gelek keştiyên ku ber bi Îsraîlê ve diçûn hat astengkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, operasyona li ser keştiyê li dijî zilma gelê Filistînê ku niha li Xezzê di bin qetlîam, wêrankirin û dorpêçê de ye serkeftinek e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin