Hûsî: Me bi dronê li baregeheke Îsraîlê xist!

29 October 2024 16:59 0 dîtin
Hûsî: Me bi dronê li baregeheke Îsraîlê xist!

PeyamaKurd - Koma Ensarallah (Hûsî) ya Yemenê ku Îran piştevana wan e, ragihand ku wan îro bi dronekê baregeheke li başûrê Îsraîlê bombebaran kiriye.

Berdevkê Hûsiyan Yehya Serî di daxuyaniyekê de got: "Hêzên asmanî çalakiyeke bi bandor li herêma pîşesaziyê ya Îsraîlê ya dijimin li dar xist. Çalakî bi rêya dronan li herêma Esqelan a başûrê Filistîna dagirkirî hat kirin."

Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê êrîş piştrast kir û ragihand ku vê sibehê li demjimêr 06.40an sîrenan li Esqelanê lê daye.

Hate gotin: "Droneke ku ji Yemenê derketibû, asmanê bajarê Esqelanê yê başûrê Îsraîlê derbas kir û li herêmeke vala ket."