Hûsî: Me li 3 kestiyên Brîtanya û Îsraîlê xistin

07 April 2024 23:57 0 dîtin
Hûsî: Me li 3 kestiyên Brîtanya û Îsraîlê xistin

PeyamaKurd - Hûsiyên Yemenê yên girêdayî rejîma Îranê ragihandin ku hêzên wan li Deryaya Sor, Deryaya Ommanê û Zeryaya Hindê 3 keştiyên Brîtanya û Îsraîlê xistine.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniya xwe ya ku di kanala El-Mesirahê de hate weşandin de diyar kir ku li Deryaya Sor keştiyeke Brîtanyayê bi mûşekan hatiye armanckirin û keştî bi temamî hatiye têkbirin.

Serî da zanîn ku 2 keştiyên Îsraîlê yên ku ber bi benderên Filistînê ve diçûn jî hatin derbkirin û diyar kir ku ji van herdu keştiyan a yekem (MSC GRACEF) li Zeryaya Hindê û ya duyem (MSC GINA) jî li Deryaya Umanê bi mûşekên balîstîk hatine armanckirin.

Serî dûpat kir ku heta êrîşên li dijî Xezzeyê rawestin ew ê li Deryaya Sor, Deryaya Ommanê û Zeryaya Hindê rê li ber derbasbûna keştiyên Îsraîlê bigirin.

Piştî vê daxuyaniya Hûsiyan heta niha ji aliyê Îsraîlê ve tu bersiv nehatiye dayîn.

Hûsiyên bi piştgiriya Îranê li Yemenê ji 31ê Cotmeha 2023an vir ve wek berteka li hember hêrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, li peravên Yemenê, li dijî keştiyên bazirganiyê yên Îsraîlê û yên pêwendiya wan bi Îsraîlê re heye bi frokeyên bêmirov û mûşekan hêrişan pêk tînin.