Balafirên ser ên Îsraîlê li bendera Laziqiyê xistin
PeyamaKurd – Balafirên şer ên Îsraîlê li bakurê rojavayê Sûriyeyê li bendera Lazqiyeyê bombebaran kirin.
Balafirên şer ên Îsraîlê saet derdora 04.00an de li benderê Alaya 110an hedef girtin.
Ji aliyê ajansa fermî ya Sûriyeyê ve derbarê mijarê de tu daxuyanî nehat dayîn, hat hînbûn ku di êrîşê de kuştî û birîndar hene.
Îsraîl ji 8ê Kanûna 2024an vir ve êrîşên asmanî li ser xalên leşkerî, depoyên cebilxane û kelûpelên leşkerî yên artêşa Sûriyê yên ku ji rejîma Beasê ya hilweşiyayî mane, pêk tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin