Balafirên Îsraîlê li depoyên Hûsiyan yên li bajarê Hudeyde xistin
PeyamaKurd – Balafirên Îsraîlê li Yemenê li bajarê Hudeyde li depoyên Hûsiyên bi desteka Îranê xistin, di depoyan de teqînên mezin çêbûn û alav bi wan ket. Ragihandin ji aliyê TV ya girêdayê Hûsiyên Yemenê ya bi navê el-Mesire de hat kirin û got:
“Bajarê Hudeyde bi jimareka zêde roketan hat bombekirin.”
Depoyên balafirên Îsraîlê lê xistine yên petrolê ne ku tê de benzîn, mazot û don an ardûyên weka wan hene. Li ser êrîşê berdevkê Hûsiyan Muhammed Abdusselam di ser hesabê xwe yê Xê de bûyerê weha ragihand:
“Di êrîşê de Îsraîl li bajarê Hûdeyde li tankên petrolê, li santrala elektrîkê û li dezgeyên sîvîl xist. Ji bo desteka me ya ji bo Xezzayê bidin rawestandin vê êrîşê kir. Rawestandina desteka Xezzayê xeyal e. Ev êrîş tenê xelkê Yemenê û artêşa me xwurt dike û ezma me zêdetir dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin