Balafirên Îsraîlê li depoyên sîlihan yên li balafirgeha Qamîsloyê xistin
PeyamaKurd – Li balafirgeha Qamîşlo ya Kurdistanê sîlihên ku aîdê ‘Tabura Turtebî’ yên rejîmê bûn, ji aliyê balafirên Îsraîlê de hatin bombakirin. Di encamê de teqînên mezin çêbûn. Li gor kesên xwecîh; sîlihên gelek mezin di depoyan de hebûne.
Dengê teqîna çekên di depoyê de li Qamîşlo, Şam, Humus, Hama û Lazkiyê hatiye bihîstin.
Ji berê de Îsraîl Sûriyekî qels dixwaze da di rojên pêş de jê re nebe talûke. Berê jî bi balafiran li depoyên çekan yên Şamê xistibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin