Balafirên ser ên Îsraîlê li Lubnanê xistin!
PeyamaKurd – Rageşiya di navbera Îsraîl û Lubnanê de dîsa zêde bû. Balafirên şer ên Îsraîlê li başûrê Lubnanê êrîşeke hewayî pêk anîn. Di êrîşan de zarokek jî di nav de 8 kes mirin.
Di êrîşên balafirên şer ên Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê de yek jê zarok 8 kes mirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNA, Îsraîlê êrîşeke hewayî birin ser bajarokê Tayr Harfa yê li bajarê Tire yê li başûrê Lubnanê. Di êrîşê de 5 kes mirin.
Li başûrê Lubnanê li ser rêya Hamadiyeyê di êrîşa Îsraîlê ya li dijî wesayîtekê de kesek mir. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku di êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li ser bajarokê Ayta el-Cebel li başûrê welêt de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin