Hûsî: “Me di heftekî de li deh kestiyên Amerîka, Îngîltere û Îsraîlê xist”
PeyamaKurd – Li Yemenê Hûsiyên bi desteka Îranê ragihandin ku Hûsî li Derya Sor, Derya Ummanê û Okyanûsa Hindê li deh keştiyên Amerîka, Îngîltere û Îsraîlê xistine.
Serokê Hûsiyan Abdulmelik el-Husi got ku wê di çarçova operasyonên ji bo desteka Xezzayê de êrîşên wan dewam bikin. Di axaftina Hûsî ya TV yê de got ku hêzên Hûsiyan di nav yek hefteyekî de 27 fuzeyên balistik û seyrê bi rêya balafirên bêmirov de, operasyonên ji bo desteka Xezzayê kirine.
Bi lêdana van deh keştiyan re, keştiyên ku heya niha xistine hedefa xwe jimara wan gihaye 129 keştiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin