Hûsî: Eger komkujiya Xezzayê raneweste, em ê kestiyên ser yên Amerîkayê noqav bikin
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê berê bi fuzeyan li Îsraîlê xistibûn lê fuzeyên wan ji aliyê keştiyên Amerîkayê yên li Derya Sor de hatibûn xistin. Niha Hûsî car din Amerîkayê tehdîd kirin û gotin; eger Îsraîl komkujiya li ser Xezzayê nede rawestandin, wê keştiyên Amerîkayê yên şer noqav bikin.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Sare deket ber kamerayan û di mijarê de axifî:
“Parastina Fîlîstîniyan wezîfa me ya pîroze û em amede ne ku ji bo wan her tiştî bikin. Di vê çarçovê de bi îzna Xwedê me gelek fuzeyan avêt hedefên Îsraîla dagirker. Eger em nêzî Fîlîstîniyan buna, bi sed hezarî Yemenî re me dê bi Fîlîstînê re li hemberê Îsraîlê şer bikira. Lê ji bo em herin wê derê, pêdiviya me bi rêyekî heye. Heya êrîşên Îsraîliyan rawestin, em ê bi fuzeyan destekê bidin hêzên Fîlîstînê.”
Artêşa Îsraîlê bi nivîskî li ser mijarê weha ragihandibû:
“Li ser ravekirina rewşê û di çarçova xebatên bergiriyê yên li herêmê de, keştiyên fuzeyan yên hêzên deryayê gihane herêma Derya Sor.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin