Balyozxaneya Gistî ya Amerîkayê 36emîn salvegera Komkujiya Helebceyê bibîr anî
PeyamaKurd – Balyozxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê bi daxuyaniyekê 36emîn salvegera Komkujiya Helebceyê bibîr anî û piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir.
Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê bi boneya 36emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê, daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, îro 36 sal di ser di kîmyabarana Helebceyê re derbas dibin ku di encamê de 5 hezar welatiyên Kurd hatin kuştin û 10 hezar welatiyên din jî birîndar bûn, ji ber wê yekê Amerîka piştevaniya xwe bo gelê Herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina paşerojeke aştiyane, demokratîk û geş tekez dike.
Di rojeke wek îro di 16.3.1988an de rêjîma Beis a Iraqê bajarê bi balafirên şer Helebce kîmyabaran kir û bêhtir ji 5 hezar welatiyên wî bajarî şehîd bûn û bêhtir ji 20 hezar kes jî birîndar bûn û beşeke ji xelkê Helebceyê koçberî Îranê bûn.
Tevî ku berî 13 salan Parlemantoya Iraqê tawana êrîşa kîmyayî wek jenosîd nas kir, lê hikûmeta Iraqê heta niha wek mîratgirê rejîma berê, qurbaniyên vê komkujiyê qerebû nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin