Balyozxaneya Gistî ya Amerîkayê: Kampa nû li ser rûberê 51 donim hatiye avakirin

21 October 2022 11:02 0 dîtin
Balyozxaneya Gistî ya Amerîkayê: Kampa nû li ser rûberê 51 donim hatiye avakirin

PeyamaKurd – Balyozxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê li ser vekirina kampa nû ya balyozxaneya xwe ya li Hewlêrê zanyariyên nû belav kirin û got, kampa nû ya balyozxaneya wan li ser rûberê 51 donim hatiye avakirin.

Balyozxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê îro eşkere kir, kampa nû ya balyozxaneya wan li ser rûberê 51 donim hatiye avakirin, ku ji bilî balyozxanê, cihê niştecîbûna karmendan û hemû pêwîstiyên karên balyozxaneyê li xwe digre.

Di berdewamiyê de, dîzayna kampa nû ya Balyozxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê hat eşkerekirin, jîngeha Herêma Kurdistanê û ciyawaziyên kultûrî yên Iraqê tê de rengê xwe dane.

Herwiha Balyozxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, girîngiyeke mezin bi jîngeha kampa nû hatiye dayîn ku wek cihê karkirin û cihê demborînê, sûd jê tê wergirtin û alîkareke girîng dibe ji bo jîngeha bajarê Hewlêrê, ji ber hebûna rûberê wê yê berfireh yê bi hêşinahî û daran.

Herî dawî di derbarê vekirina kampa nû ya balyozxaneyê de hat gotin, hewl didin di meha Adara 2024an de Balyozxaneya Giştî ya nû ya Amerîkayê were vekirin û niha kar li ser girtina kampa Enkawa ya balyozxaneyê dikin.