Balyozxaneya Gistî ya Amerîkayê li Hewlêrê ala xwe daxist nîvî

28 August 2021 15:11 0 dîtin
Balyozxaneya Gistî ya Amerîkayê li Hewlêrê ala xwe daxist nîvî

PeyamaKurd – Balyozxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, ji bo rêzgirtina li leşkerên Amerîkayê yên li Balafirxaneya Afganistanê can dane, ala Amerîkayê daxist nîvî. Herwiha li hemû avahiyên hikûmetê yên li derve jî al daxistin nîvî.

Îro 28.08.2021ê Balyozxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, di tora xwe ya fermî ya civakî ya facebookê de diyar kir: ‘‘Ji bo rêzgirtin li leşkerên Amerîkayê yên can dane û qurbanên din ên êrîşa terorîstî ya Kabûlê, îro ala Amerîkayê li Balyozxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê û li hemû avahiyên hikûmetê yên derve ji asta nîv re hatin daxistin.

Herwiha hat destnîşankirin: ‘’Di demeke ku em di şînê de ne ji bo qurbanên wî karê hovane, dua dikin ji bo vegerandina aramî û asûdeyî ji hemû malbat û xoşteviyên ku di taziyê de ne.’’