Balyozxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê ji bo mexdûrên lehiya li Duhokê peyamek belav kir
PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hevxemiya xwe ji bo xizmên 3 kesên ku di karesata lehiyê ya duh li Duhokê ji ber barîna barana zêde jiyana xwe ji dest dabûn xwest û hêviya başbûnê ji birîndarên lehiyê xwest.
Duh (20.03.2024) Balyozxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê di daxuyaniyekê de li ser tora medyaya civakî X ragihand: “Em sersaxiyê ji wan kesên ku ji ber lehiya duh li Duhokê û navçeyên din ên Herêma Kurdistanê ziyan dîtine re dixwazin.”
Duh ji ber barana zêde li gelek bajarên Herêma Kurdistanê bi taybet Duhokê lehî rabû.
Li Duhokê ji ber lehiyê gelek mal û kargeh zirar dîtine, gelek wesayît jî di lehiyê de wenda bûne.
Berdevkê Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Duhokê Bêwar Ebdulezîz di daxuyaniyekê de ji K24ê re diyar kiriye ku ji ber lehiyê li bajêr 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin