Amerîkayê dest bi amadekariyan kir: Dibe ku Balyozxaneya Bexdayê bîne Hewlêrê

24 December 2020 21:06 0 dîtin
Amerîkayê dest bi amadekariyan kir: Dibe ku Balyozxaneya Bexdayê bîne Hewlêrê

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina malpera Axios a Amerîkî ku nûçeya xwe dispêre dîplomatkarekî, bi îhtimaleke mezin dibe ji ber berdewamiya êrîşan, balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ji bo Hewlêrê yan jî ji bo binkeya Esed a li rojavayê Iraqê were veguhestin.

Herwiha Axiosê bi balyozê Amerîkayê li Bexdayê Mathew Toller re jî axivîye û wî jî amadekariyên veguhestinê piştrast kiriye.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku Amerîka amadekariya wê yekê dike balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bibe yan Hewlêrê yan jî binkeya asmanî ya serbazî ya Esed li rojavayê Iraqê.

Berpirsên Amerîkayê bal kişandine ser êrîşên bi berdewamî yên ser balyozxaneyê û amadekariyên veguhestina balyozxaneyê dane destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye, Amerîkayê ev demek dirêj e li Hewlêrê avakirina konsulxaneya xwe ya herî mezin li cîhanê û Rojhilata Navîn daye destpêkirin ku avakirina wê ber bi dawiyê ve diçe.