Dibe artêsa Amerîkayê rêvebiriyê bigre destê xwe

21 March 2020 01:53 0 dîtin
Dibe artêsa Amerîkayê rêvebiriyê bigre destê xwe

PeyamaKurd- Li gor Intelnews ê ku tê de Joseph Fitsanakis nivîsandiye, ew tedbîrên awarte ku li Amerîkayê hatine sitendin, berê tenha di dema şerekî nukleerî de dakiribûn bistînin û li ser masê bû. Bi wê sedemê jî Fitsanakis dibêje; dibe ku artêşa Amerîkayê rêvebiriyê dewr bistîne. Di nava tedbîran de:

“Wisa dertê pêş ku wezîfedarên Koşka Sipî li ciyên dûr bixin karantînayê û tehliye bikin, rêvebiriya dewletê bixin destê rêvebirên dereca duyem (bi îhtîmaleka mezin leşker”.

Li gor analîza William Arkin ku di Newsweek ê de hatiye belavkirin, dibêje şiddeta koronavîrusê ew şiddete ku artêş di vê mijarê de xwe bê parastin dibîne, dibe rewş bi xwe re xelayiyê bîne, di encama xelayê de yaxma û şiddeta herêmê derê ortê. Di van halan de, ew tedbîrên û planên ku berê hatine amadekirin, di wan de artêş dertê pêş.

Li gor Newsweekê, hinek senaryoyên din jî dertên holê yên weka OCTAGON, FREEJACK û ZODIAC ku vana kod in. Îlawe jî “di ema şerê navxweyî de parastina welat”, “di rewşên lezgîn de parastina meqamên sîvîl” û “parastina payîtextê” weka senaryo li ser masê ne. Di van çarçoveyan de weka cûreyekî îhtîmala rewşa hukmê leşkerî, bo Fermandariya Bakûr ya Amerîkayê bo (NORTHCOM) ê, 3 hefte berê fermana amadekariyê hat dayîn.

Arkin dibêje; "Eger Amerika bizanibe General Terrence J. O'Shaughnessy kî ye, dê baş dibe. Ew weka fermandarê tehliya Washingtonê, dê berpirs be û heya rêvebirekî sîvîl were, dê ew rêvebirê Washingtonê be.”

Wezîrê bergiriyê Mark T. Esper, di 1 ê sibatê de, gelek biryarnameyan îmze kir ku wê NORTHCOM, di asta welat de planan tetbîq bike. Esper hem “fermanên hişyariyê” yên ku negihane çapemeniyê an raya giştî (WARNORD) jî îmze kir. Bi vê fermanê jî Fermandariya Bakûrê Amerîkayê erkdar kir.

Li gor Fitsanakis; van erkdarkirinan heya rêvebiriyekî sîvîl derê ortê, erkê dide leşkeriyê û rewşa rêvebiriya leşkerî jî di nav de ye. Erka fermandaran heye ku di rewşên awarte de, bi serê xwe tevbigerin.