Hikûmeta Amerîkayê vedibe, 800 hezar karmend dest bi kar dikin
PeyamaKurd – Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Kongreya Amerîkî li ser ewlekariya sînorê Meksîkayê bi awayekî demkî li hev kirin, hikûmeta Federalî ya Amerîkayê piştî girtîmayîna zêdekirî mehekê îro dest bi kar dike.
Bi lihevkirina Trump û Kongreyê re zêdetirî 800 hezar karmendên hikûmeta federalî ya Amerîkayê îro dest bi karê xwe dikin.
Ji ber lihevnekirina Trump û Kongreyê di dîroka Amerîkayê de cara yekem hikûmeta federalî wisa demdirêj ango 35 rojan asê dimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin