Trump dixwaze statuya 240 hezar Ukrayniyên li Amerîkayê betal bike
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze statuya yasayî ya 240 hezar Ukrayniyên li Amerîkayê betal bike ku ew welatiyên Ukraynî ji êrîşên Rûsyayê reviyane.
Li gorî nûçeya Reutersê, rêveberiya Trump dixwaze di meha Nîsanê de vê biryarê bide. Ev yek dê bibe sedem ku ev Ukraynî bilez ji Amerîkayê bên derxistin.
Ev plan beriya ku Trump bi Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy re biaxive, hatibû destpêkirin.
Sê çavkanîyan gotiye, ev yek beşek ji hewldana Trump e ku statuya yasayî ya 1.8 milyon koçberan betal bike.
Di dema rêveberiya Biden de, gelek kes ji ber şer û rewşên din hatibûn Amerîkayê ku piraniya wan ji Ukrayna, Kuba, Haiti, Nikaragua, Venezuela û Afganistanê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin