Veberhênerên Kurdistanê ji bo mexdûrên lehiya Hewlêrê 1.5 milyar dînar kom kirin
PeyamaKurd - Desteya Veberhênerên Kurdistanê eşkere kir ku heta niha nêzîkî 1.5 milyar dînar alîkarî ji bo mexdûrên lehiya Hewlêrê hatiye komkirin.
Serokê Desteya Veberhênerên Kurdistanê, Mihemed Şukrî li ser kampanyayên alîkariyê yên ji bo ziyandarên lehiya Hewlêrê ragihand, heta niha kesên dewlemend û bazirgan û karsazan milyarek û 460 milyon dînar alîkarî ji bo mexdûrên lehiya Hewlêrê kom kirine û wê kampanyaya alîkariyê heta dawiya hefteyê berdewam bike.
Mihemed Şukrî gotiye, ew ê wan alîkariyên ku tên komkirin, radestî parêzgariya Hewlêrê bikin û ew ê jî bi ser mexdûrên lehiyê de dabeş bikin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw piştî bobelata lehiyê ya hefteya borî ragihandibû ku ziyana lehiya Hewlêrê gihîştiye 21 milyar dînaran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin