Parlamentoya Kurdistanê îro lehiya Hewlêrê gotûbêj dike
PeyamaKurd – Parlamentoya Kurdistanê îro dicive û di civînê de lehiya Hewlêrê jî tê gotûbêjkirin.
Parlementoya Kurdistanê îro di saet 10.30an de dicive û di civînê de komîsyona bajarvaniyê raportekê li ser lehiya Hewlêrê pêşkêş dike, paşê endamên parlementoyê li ser wê gotûbêj dikin.
Di lehiya herî dawî ya Hewlêrê de, 12 kesan can dan û ziyanek mezin jî gihîşt welatiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin