Ji Rêber Ehmed daxuyaniya ewlehiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê: Hemû hêz besdar dibin
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, îro 27ê Tebaxê di civîneke rojnamevanî de, li ser tedbîrên bo hilbijartinên 20ê Cotmehê yên Parlamentoya Kurdistanê daxuyanî dana.
Ehmed got, “Hemû hêz beşdarî plana ewlehiyê ya ji bo serxistina gera şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê hatiye danîn, dibin.”
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî bidawîhatina civîna Komîteya Bilind a Ewlehiya Proseya Hilbijartinan ragihand: “Hemû hêz beşdarî wê plana ewlehiyê dibin ku bi hevahengiya li gel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ji bo serxistina gera şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê, hatiye danîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin