Serok Barzanî: Em pêswaziyê li daxuyaniya Ehmed Ser'a ya ser gelê Kurd dikin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 15ê Kanûnê daxuyaniyek belav kir û pêşwazî li gotinên Serokê HTŞê yê deshilata veguhêz a Sûriyê Ehmed Şer'a (Mihemed Golanî) ya li ser gelê Kurd li Sûriyeyê kir.
Serok Barzanî got: “Pêwîst e Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din ên Sûriyê sûdê ji vê derfetê werbigirin, ji bo bi hev re beşdarî damezirandina Sûriyeyeke aram, azad û demokratîk bibin.”
Daxuyaniya Serok Barzanî wiha ye:
“Min daxuyaniyeke birêz Ehmed Şer'a ya li ser gelê Kurd li Sûriyeyê dît ku gelê Kurd wek beşek ji welat û hevparê Sûriyeya paşerojê binav kiribû.
Em vê nêrîna li ser Kurdan û paşeroja Sûriyeyê cihê dilxweşiyê û em pêşwaziyê lê dikin û hêvîdar in ku ev yek bibe destpêka rastkirina pêvajoya dîrokê û sererastkirina reftarên çewt û nedirust ên li hember gelê Kurd li Sûriyeyê hatine kirin.
Ev cure nêrîn ji bo avakirina Sûriyeyeke bihêz rêxweşker in û pêwîst e Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din ên Sûriyê sûdê ji vê derfetê werbigirin, ji bo bi hev re beşdarî damezirandina Sûriyeyeke aram, azad û demokratîk bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin