Daxuyaniya Serok Barzanî ya li ser pêvajoya nû ya mihtemel a “çareseriyê” ya li Tirkiyeyê

31 October 2024 15:03 0 dîtin
Daxuyaniya Serok Barzanî ya li ser pêvajoya nû ya mihtemel a “çareseriyê” ya li Tirkiyeyê

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî diyar kir ku ew kêfxweş in ku hewldana pêvajoya aştiyê li Tirkiyê careke din dest pê kiriye û got: “Em hêvîdar in ku ev hewldan serkeftî be û tu kes rê li ber vê yekê negire.

10emîn Kongreya Bijîşkî ya Mezopotamyayê ku li Hewlêrê hat lidarxistin îro dest pê kir. Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî beşdarî vekirina kongreyê bûn.

Serok Barzanî di axaftina xwe ya li vir de balkişand ser girîngiya kongreyê û got: “Hebûna gelek bijîşk û zanyaran ji bo neteweya kurd zengîniyeke mezin e û nîşan dide ku gelê Kurd ji ti kesî kêmtir nîne.”

Serok Barzanî balkişand ser wê yekê ku şanaziyê bi bihîstina zarokê Kurd li welatekî biyanî gihandiye astekê û bi bijîşkî navdar bûye û got: “Bê guman gelek zarokên îro di nava me de bûne xwedî nav û dengekî gelek baş û xizmet kirine.”

Serok Mesûd Barzanî got, “Bêguman sektora tenduristiyê ji bo her netewe û welatekî gelekî girîng e. Di demên borî de gelek girîngî ji bo vê sektorê hatiye dayîn û em hêvîdar in ku di pêşerojê de girîngiyek zêdetir bê dayîn. Xwezî Hewlêr û hemû bajarên Kurdistanê jî wisa bin û pêwîstiya xelkê bi dermankirinê tune be. Ji bo ku gelê me rastî lêçûn û zehmetiyan neyê û nexweşiyên xwe li vir derman bikin. Ez bawer dikim ku doktorên me xwedî vê şiyan in û dikarin wê bikin. Ji bo vê jî divê alavên tenduristiyê yên nû ji wan re bên peydakirin.”

Serok Barzanî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê yên ku 20ê cotmehê de hatin lidarxistin weke “dîrokî” wesif kir û got, “Tişta ku me şanaziyê dike ew e ku hilbijartin di rewşeke gelekî aram û azad de derbas bûn.”

Serok Mesûd Barzanî got: “Niha piştî ku hilbijartin hatin kirin û encamên wê hatin eşkerekirin, dem hatiye ku di navbera hemû aliyan de diyalog bê avakirin û li ser van prensîban bin: yek herêm, yek parlamento, yek hikûmet û yek hêza Pêşmerge.”

Serok Barzanî bal kişand  ser wê yekê ku di paşerojê de girîngî bi mijarên perwerde, çandinî, geştiyar û avê û sektora tendirustiyê dê bê dayîn.

Barzanî amaje bi pirsgirêkên li gel Iraqê jî kir û got, “Armanc ew e ku hemû pirsgirêkên li gel Bexdayê li gorî destûr û rêkeftinên heyî bên çareserkirin.”

“Em hêvîdar in ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve û tu kes rê li ber vê yekê negire.”

Serok Mesûd Barzanî di dawiya axaftina xwe de behsa gotûbêjên li ser pêvajoya nû ya çareseriyê li Tirkiyê kir û got: “Cihê kêfxweşiyê ye ji bo me ku dibihîzim ku di van demên dawî de li Tirkiyê hewldana pêvajoya aştiyê heye. Em hêvî dikin ku ew ê serketî be û tu kes rê li ber negire.”