Serok Barzanî pêswaziyê li Parêzgarê Selahedînê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li baregeha xwe ya Pîrmamê pêşwaziyê li Parêzgarê Selahedînê Bedir Mehmûd Fehil kir.
Di hevdîtina Serok Barzanî û Felih de teqezî li ser hevahengî û pêwendiyên navbera Parêzgeha Selahedînê û parêzgehên Herêma Kurdistanê hate kirin.
Di civîna ku şandeke ji rayedarên rêveberiya parêzgeha Selahedînê jî amade bûn de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe yên li ser rewşa giştî ya Iraqê û jîn û jiyara welatiyên parêzgehên naverasta Iraqê bi hev re parve kirin.
Her wiha di hevdîtinê de, her du aliyan teqeziyê li ser hevahengî û pêwendiyên navbera Parêzgeha Selahedînê û parêzgehên Herêma Kurdistanê jî kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin