Serok Barzanî bi sandeke Encûmena Nûnerên Iraqê û Parêzgarê Selahedînê re civiya
PeyamaKurd – Di çarçoveya proseya siyasî ya Iraqê û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê û Parêzgarê Selahedînê kir.
Serok Mesûd Barzanî îro li gel şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê civiya, ku ji Dr Quteybe El Cibûrî Serokê Lîjneya Tendirustî û Jîngehê û Musenna El Sameraî Serokê Lîjneya Darayî ya Encûmena Nûnerên Iraqê û herwiha Dr Emar Cebir El Cibûrî Parêzgarê Selahedînê pêk hatibûn.
Di civînê de, guftûgo di derbarê proseya siyasî ya Iraqê û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda û herwiha rewşa parêzgehên navîn yên Iraqê hatin kirin.
Herwiha, tekezî li ser berdewamiya pêwendî û hemahengiya di navbera her du aliyan hate kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin