Encûmena Bilind a Veberhênanê bi seroktiya Mesrûr Barzanî civiya: Emê hemû hewlan bidin...

17 October 2023 20:32 0 dîtin
Encûmena Bilind a Veberhênanê bi seroktiya Mesrûr Barzanî civiya: Emê hemû hewlan bidin...

PeyamaKurd – Encûmena Bilind a Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê, îro 17ê Cotmehê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Piştî civînê hate ragihandin ku guftûgo derbarê zêdetir pêşxistina veberhênanê, pêşxistin û kişandina projeyên veberhênanê û nehiştina astengiyên li pêşiya proseya veberhênanê li Herêma Kurdistanê hate kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em ê hemû hewlên xwe bidin ji bo rakirina hemû astengiyên yasayî û burokratîk ên li pêş proseya veberhênanê. Di vî warî de gelek xebat hatine kirin, lê karên zêdetir jî dikin, ji bo hêsankarî ji veberhêneran re bê kirin.”

Mesrûr Barzanî da zanîn: “Pêwîstiya veberhênanê bi sîstemeke bankî ya bikêr û pêbawer heye, lewra me proseya çaksaziyê di sîstema bankî û dîjîtalkirina xizmetên bankî de dest pê kiriye, ji bo Herêma Kurdistanê ji bazareke bi pereyên neqdî veguhere bazareke xwedî sîstemeke bankî ya pêbawer û di dawiyê de jî aboriya Herêmê zêdetir bê vejandin.”

Di civînê de hin biryar ji bo nehîştina kêşe û astengiyên li pêşiya proseya veberhênanê li Herêma Kurdistanê hatin wergirtin.