Encûmena Bilind a Veberhênanê bi seroktiya Mesrûr Barzanî civiya
PeyamaKurd - Bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Bilind a Weberhênanê kombûna xwe ya asayî kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di civînê de, vejînandin û geşepêdana weberhênanê, nehîştina rûtîn û dirustkirina portaleke taybet ji bo di zû birêvebirina karê weberhênanê, destpêkirina projeyên neqediyayî û danîna mekanîzmeya guhertina sektorên weberhênanê hatin guftûgokirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka kar û xebatên xwe ve kar ji bo berfirehkirina proseya weberhênanê di warên cuda de kiriye û hêsankarîyên pêwîst ji webehênerên navxweyî û biyanî re kiriye û sererastkirina yasayên weberhênanê û pêşxistina xizmetkariyên elektronîk û peyrewkirina sîstema yek pencereyî kiriye, da ku proseya weberhênanê bi lez bibe û li gor pêwîstiyên Herêma kurdistanê bi cih bibin.
Di civînê de piştî nîqaş û danûstandinan, çend biryar derbarê pêşxistina veberhênanê û birêxistinkirina dana moletên projeyên weberhênanê hatin dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin