Bi seroktiya Mesrûr Barzanî kabîneya dehan a Kurdistanê tê avakirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê kabîneya nehan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya hilbijartinên 20ê Cotmehê yên Parlamentoya Kurdistanê bê guhertin û kabîneya dehan jî bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî yekem civîna xwe li dar bixe. Wê kabîneya dehem heta hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li ser kar bimîne.
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî got: “Em hêvîdar in piştî pêkanîna kabîneya dehem ku Mesrûr Barzanî dê serokatiya wê bike, her hêz û aliyên din ku posta cîgirê serokwezîr yan her posteke din werbigirin, bi rastî di hikûmetê de bin.”
Hewramî di civîneke rojnamevanî de ragihand: “Peyama Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyama aştî û biratiyê ye û PDK êrîşî ti aliyekî nake.”
Herwiha Hewramî got, “Hêvîdar im hemû aliyên siyasî di çarçoveya proseya demokrasiyê de tevbigerin.. Divê em ji bîr nekin ku piştî hilbijartinan divê em careke din bi hev re rûnin û lihev bikin.”
Hewramî, hêvî xwest ku piştî pêkanîna kabîneya dehem a bi serokatiya Mesrûr Barzanî, her hêz û aliyên din ku posta cîgirê serokwezîr yan jî posteke din werbigirin, bi rastî di hikûmetê de bin û bibîr xist, hinek alî beşdarî hikûmetê dibin, lê ji aliyekî din ve jî bi têkdana hikumraniyê û li dijî prensîbên hikumraniyê tevdigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin