Sanda bi seroktiya Mesrûr Barzanî diçe Bexdayê: 'Armanca serdanê gihîstina encamê ye'

13 September 2023 17:20 0 dîtin
Sanda bi seroktiya Mesrûr Barzanî diçe Bexdayê: 'Armanca serdanê gihîstina encamê ye'

PeyamaKurd – Pate ragihandin ku sibe 14ê Îlonê şandeka hikûmeta Herêma Kurdistanê bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr serdana Bexdayê dike.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî da xuyakirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ligel şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina kêşeyên ligel hikûmeta Iraqê, sibe serdana Bexdayê dikin.

Pêşewa Hewramanî got, armanca Herêma Kurdistanê ew e ku ligel Hikûmeta Federal bigihe wê encamê ku xelkê Herêma Kurdistanê jî wek hemû navçeyên din ên Iraqê, mafên xwe yên darayî û di nav de mûçe werbigire.

Hewramanî diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî rêkeftinên ligel Hikûmeta Federal e, serdana Serokwezîr, Cîgirê wî û tîma hikûmetê, nîşandana niyaza Serokwezîr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo gihîştina encaman û çareserkirina pirsgirêkan bi riya bicihkirina rêkeftinan û bi taybet yasaya budçeyê.”