Serok Barzanî bi sandeke bilind a Tevgera Îslamî ya Kurdistanê re civiya

28 May 2023 16:00 0 dîtin
Serok Barzanî bi sandeke bilind a Tevgera Îslamî ya Kurdistanê re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê şandeke bilind a Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bi serokatiya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Elî Ebdulezîz qebûl kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku geşedanên dawî yên siyasî li Iraq û herê û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de hatine guftûgokirin.

Aliyan di civînê de, ronahî xistin ser rewşa siyasî û navxweyî ya Herêma Kurdistanê û diyar kirin, pêwîstî bi encamdan hilbijartinan û pabendbûna bi nirx û pirensîbên bilind û mijarên ku xwedî rehendên niştimanî heye.

Serok Barzanî, di hevdîtinê de pêzanînên xwe ji bo helwestên niştimanî û dîrokî yên Tevgera Îslamî ya Kurdistanê nîşan da û pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de anî ziman.