Serok Barzanî pêswazî li sandeke bilind a Tevgera Sedir kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Çileyê 2022yan pêşwazî li şandeke bilind a Tevgera Sedir a bi serokatiya Şêx hesen El-Ezarî kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, proseya siyasî ya Iraqê, derencamên hilbijartinê, pêngavên ji bo rûniştina yekem a Encûmena Nûneran a Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di hevdîtinê de, tekezî li berdewamiya hewlan ji bo destpêkirina qonaxeke nû di proseya siyasî de, derbaskirina astengiyan, bersivdana daxwaz û îradeya welatiyan û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de hate kirin, ew jî di çarçoveya rastrêkirina proseya siyasî û berçavgirtina daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin