Serok Barzanî pêswaziyê li Balyozê Avusturya yê Iraqê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro li ofîsa xwe ya Pîrmamê, pêşwaziya Balyozê Avusturya li Iraqê Andrea Nassî kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Awusturya li Iraqê di derbarê geşepêdana peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê xwe de bi taybetî di warê akademîk, hevkariyên zanîngehên her du aliyan, aborî û bazirganî de agahî da.
Serok Barzanî spasî piştevanî û hevxemiya gel û hikûmeta Awusturya ji bo doza gelê Kurd kir û daxwaz jî kir ku peywendî û dostayetiya di navbera Herêma Kurdistanê de zêdetir pêş bikeve.
Her wiha rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û çareseriya pirsgirêkan hatin nirxandin.
Ji bilî berdewamiya metirsiya terorîstan li cîhanê û deverê, rewşa Şingalê û sedemên ne cîbicîkirina rêkeftina Şingalê mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin