Rêber Ehmed bi hevtaya xwe ya Brîtanî re axivî

20 December 2024 12:07 0 dîtin
Rêber Ehmed bi hevtaya xwe ya Brîtanî re axivî

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Wezîra Navxwe ya Brîtanya Yvette Cooper li ser mijarên cuda yên ewlehiyê û mijarên berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, Yvette Cooper bi telefonê li Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed geriyaye.

Di axaftinê de her du wezîrên karên navxweyî li ser geşedanên dawî yên ewlekarî yên li navçeyê û bi taybet li Sûriyê, tekez li ser pêşxistina hevkarî û hemahengiya di navbera her du aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan kirin.

Wezîran tekezî li ser rijdbûna xwe ya ji bo têkoşîna li dijî sûcên organîze û pêşîgirtina li koçberiya neqanûnî kirin, tekezî li ser girîngiya hevkariyê kirin ji bo dabînkirina aramî û ewlehiyê li herêmê.

Rêber Ehmed daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina hevkariyên li gel Brîtanya û zêdetir bihêzkirina pêwendiyên dualî dûpat kir.