Rêber Ehmed: Hilbijartin pir bas û di keseke aram de birêve diçe

20 October 2024 12:43 0 dîtin
Rêber Ehmed: Hilbijartin pir bas û di keseke aram de birêve diçe

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed got, hilbijartin di keşeke aram de birêve biçe û daxwaz ji hilbijêran kir ku raboriyê binirxînin da ku bizanin dengên xwe bidin kê.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 20ê Cotmehê li Hewlêrê piştî dengê xwe  ji bo xula şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê da daxuyanî da.

Rêber Ehmed dilxweşiya xwe ji bo beşdariya proseya dengdanê nîşan da û daxwaz ji welatiyan kir ku di heyama ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve hatiye diyarkirin de, vî mafî ji dest nedin û dengê xwe bidin.

Rêber Ehmed ku di heman demê de endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, hêvî xwest ku “hilbijêr dengên xwe bidin partiya ku ew hizir dikin dê baştir xizmeta wan bike û raboriyê jî binirxînin da ku bizanin dengên xwe bidin kê, ji bo pêşerojeke baştir û rehettir ji xwe û zarokên xwe re dabîn bikin.”

Ehmed got: “Dengdana taybet roja Înê û hilbijartinên giştî jî heta niha pir baş û di keşeke aram de birêve biçe.”