Rêber Ehmed li Chatham House axivî: Ji bo serketina sîstema Federalî ya Iraqê hîn gelek maye!
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, li konferansa Destpêşxeriya Iraqê ya Chatham House li Londonê gotarek pêşkeş kir.
Ehmed di gotara xwe de, bal kişand ser rewşa Iraqê ya piştî rejîma dîktatorî û got: “Dema dîktatoriya Iraqê hat şikandin, Iraq derbasî sîstemeke federal bû, lê federalîzma wê ne temam bû… Hikûmeta Federal ji bo karesat bi ser Kurd, Sunî û Şîeyan neyê hatiye dîzaynkirin, lê heta niha jî Kurd ji Kerkûk û derdora wê têne derxistin.”
Rêber Ehmed da zanîn: “Hîn gelek kar maye ku Iraq di federalîzmê de bi ser bikeve ku di dema borî de her tim navendîparêzî bû.”
Herwiha Ehmed destnîşan kir: “Avakirina Encûmena Federalî, armanc jê dabeşkirina sîstema federalî ye, dabeşkirina dahatê û yasayên ku mafê didin pêkhateya, lê ev yasa hatine piştguhkirin.”
Rêber Ehmed got: “Em li Herêma Kurdistanê gelekî aram in, lê dîsa jî em daxwaza mafên xwe dikin, heta niha mûçeyên me yên mehane hatine paşxistin, ku mafê sereke yê gelê Kurd e, lewma nabe ev paşxistin berdewam bike.”
Ehmed di dawiyê de destnîşan kir: “Me hêvî dikir ku sîstemeke federalî hebe ku hemû pêkhate tê de bigihin mafên xwe, di nav de jî mafê darayî, ewlekarî û piştgiriya hikûmetê, lê tiştek ji vê nebû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin