Parlamentoya Kurdistanê projeyasaya lêborîna gistî gotûbêj dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê 8ê Çile li Parlamentoya Kurdistanê derbarê projeyasaya lêborîna giştî de civînek tê lidarxistin ku nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Parlamento û Encûmena Dadwerî û hejmareke din nûnerên aliyên pêwendîdar tê de beşdar dibin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyasaya lêborîna giştî şand parlamentoyê û ji bo derbaskirina wê projeyê jî lijneya karûbarê civakî û mafê mirovan rapora li ser projeyasayê amade dikin.
Hat ragihandin ku bi seroktiya Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq Parlamentoya Kurdistanê li ser projeyasaya lêborîna giştî dicive û wê gotûbêj li ser naveroka projeyasayê bên kirin.
Projeyasaya lêborîna giştî ji zêdetirî 100 madeya pêk tê û heger li parlamentoyê bê pejirandin wê madeyên wê werin bicihanîn û bikev pratîkê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin