Hejmarek rêveberên gistî yên Kurd îro serdana Parlamentoya Kurdistanê dikin
PeyamaKurd – Hejmarek rêveberên giştî yên Kurd li sînorê parêzgeha Kerkûkê, îro serdana Parlamentoya Kurdistanê dikin û bi lijneya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dicivin.
Li gor zanyariyan, îro 31.05.2021ê di saet 13:30an de, 9 rêveberên giştî yên Kurd li parêzgeha Kerkûkê pirsgirêk û astengiyên xwe dê bigihînin Parlamentoya Kurdistanê û dê ligel lijneya navçeya Kurdistanî û Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê dê bicivin.’’
Piştî 16ê Cotmeha sala 2017an û dagirkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên din, bi dehan rêveberên giştî ku Kurd bûn, li saziyên Kerkûkê ji aliyê parêzgerê sepandî ve ji ser erken xwe hatibûn dûrxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin