Sekreterê Gistî yê NYê, serdana Herêma Kurdistanê dike

27 February 2023 18:00 0 dîtin
Sekreterê Gistî yê NYê, serdana Herêma Kurdistanê dike

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) dê di meha bê de serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, dê di 1ê Adara 2023yan de ango çarşema bê, serdana Bexdayê bike û piştî hevdîtinên li Bexdayê, dê roja pêncşemê jî serdana Herêma Kurdistanê bike û dê bi serkirdeyên herêmê re dan û stendinan bike.

Li gorî hat diyarkirin, tê payîn ku Antonio Guterres dê piştî hevdîtina ligel Serokomarê Iraqê Ebduletîf Reşîd û rayedarên Herêma Kurdistanê, derbasî welayeta Ninovayê bibe û li wê derê serdana kampên koçberan bike.