Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Nûnera Taybet a Sekreterê Gistî yê NYê re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, do Pêncşemê 20ê Çileya 2022yan, bi Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert re civiya.
Li gor zanyariyan, di civînê de li ser geşedanên herî dawî yên Iraqê yên piştî hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoyê û hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê gotûbêj hat kirin.
Herwiha her du alî daxwazyar bûn ku hikûmeta nû ya Iraqê, hikûmetek bêyî ciyawazî be, xizmeta hemû pêkhate û welatiyên Iraqê bike û asayîş û seqamgîriyê dabîn bike û kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî jî li ser bingeha destûrê çareser bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin