Serokwezîrê Hollandayê: “Em amadene desteka xwe ya bo Herêma Kurdistanê dewam bikin”

15 February 2025 18:43 0 dîtin
Serokwezîrê Hollandayê: “Em amadene desteka xwe ya bo Herêma Kurdistanê dewam bikin”

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Almanya li bajarê Munihê di konferansa ewlehiyê ya 61em de bi serokwezîrê Hollandayê Dick Schoof re hevdîtinekî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di mijarê de daxwuyanîyekî da û got ku di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Dick Schoof de, li ser rewşa têkiliyên Hallandayê yên bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re, hevkariya di sehayên cuda de û li ser rewşa ewlehiyê ya herêmê axifîne. Her weha, her dû teref li ser pêşdeçûnên li Sûriyê û ewlehiya navdewletî axifîne.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî behsa rola Hollandayê ya di çarçova koalisyona navdewletî de ku çawa li hemberê terorê têkoşiyaye kir û xwest ku Hollanda perwerda hêzên Pêşmerge çewa heya îro kiriye, her dewam bike û destekê bide pêşdebirina şiyanên Pêşmerge.

Li gor daxwuyaniyê; serokwezîrê Hollandayê Dick Schoof jî gotiye ku dê desteka Hollandayê ji bo Herêma Kurdistanê dewam bike, bi taybetî di seha ewlehiyê û aboriyê de dixwaze hevkariya xwe dewam bike.

Di nav mijarên konferansa Munihê ya îsal de, bi taybetî mijarên agirbesa Xezayê, şerê Rûsya-Ûkraynayê û pêşdeçûnên li Sûriyê hene.