Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê re civiya

29 November 2022 13:41 0 dîtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Mijdara 2022an bi Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê Kajsa Ollongren re civiya.

Li gor zanyariyan, di civînê de Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê diyar kir, pêwendiyên dostane yên bihêz di navbera Holanda û Herêma Kurdistanê de hene û berdewamiya hevkariyên ewlehî û leşkerî û hevahengî û piştevaniya welatê xwe ji bo Pêşmerge dubare kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de spasiya piştevaniya Şahnişîna Hollandayê kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de li Herêma Kurdistanê berdewam dibe. Herwiha pêzanînên wî ji bo Hollanda hebû ku yek ji wan welatan e piştevaniya plan û karnemaya Kabîneya Nehemîn dike, di warê pirrengiya aborî û giringîpêdana bi sektora çandiniyê.

Mijareke sereke ya hevdîtinê jî taybet bû bi girîngiya parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê. Her du alî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtin û parastina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê û rawestandina êrîş û destdirêjiyan kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derbarê wê de tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê wek her dem dibe fakterê asayîş û aramiya navçeyê û dixwaze pêwendiyên wê yên dostane li ser bingeha cîrantiya baş û rêzgirtina li hev du û berjewendiyên hevbeş bi welatên cîran re hebin.

Hat zanîn ku pêşkeftinên yekxistina hêzên Pêşmerge, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û şerê li dijî gefên terorîstên DAIŞ jî beşeke din a gotûbêjên civînê bûn.