Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê re civiya

21 September 2022 13:57 0 dîtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka ji bo Karûbarên Asayişa Navdewletî Celeste Wallender re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro bi şandeke Amerîkî ya bi serokatiya Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka ji bo Karûbarên Asayişa Navdewletî Celeste Wallender kir û spasiya piştevaniya Amerîkayê ya ji bo hêzên Pêşmerge kir.

Ofîsa Serokwezîr bi daxuyaniyekê da zanîn, di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û yadaşta hevtêgihîştinê gotûbêj hat kirin ku îro di navbera her du aliyan de li ser berdewambûna piştgirîkirina Pêşmerge û hevahengiya serbazî û ewlehiyê tê îmzekirin.

Herwiha hat destnîşankirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Amerîkayê kir ji bo hêzên Pêşmerge, bi taybetî di rûbirûbûna teror û terorîstên DAIŞê de. Bi taybetî ku îro ew yadaşta hevtêgihiştina girîng di navbera her du aliyan de tê îmzekirin û daxwaza Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Amerîkayê dûpat kiriye.

Di berdewamiyê de hat ragihandin, di civînê de Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan daye û diyar kiriye ku cihê şanaziyê ye îro li vir e ji bo îmzekirina vê yadaşta hevtêgihîştinê ku nîşaneya bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ye.

Herî dawî di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê, çend mijarên din ên civînê bûn, ku Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û Balyozê Giştî yê Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê Ervin Hicks Jr amade bûn.