Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ligel Sekreterê Gistî yê GCCê civiya

24 May 2022 14:58 0 dîtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ligel Sekreterê Gistî yê GCCê civiya

PeyamaKurd-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya hevdîtinên li Davosê de ligel Sekreterê Giştî yê Encumena Hevkariyê ya Kendavê (GCC) civiya. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên siyasî û pêwendiyên navbera aliyan hatine nirxandin.

Hevdîtinên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yên li Korbenda Davosê didomin. Serokwezîr Barzanî îro, ligel Sekreterê Giştî yê Encumena Hevkariyê ya Kendavê, Nayîf El Hecref civiya. Hat ragihandin ku di hevîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên welatên Kendavê yên ligel Herêma Kurdistanê hatine guftgokirin.