Serokê Herêma Kurdistanê û Sekreterê Gistî yê NYyê civiyan

24 January 2020 14:21 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê û Sekreterê Gistî yê NYyê civiyan

PeyamaKurd - Piştî civîna li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump û çendîn serkirde û wezîrên welatan li  Davosê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Înê li gel Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî NY) Antonio Guterres civiya.

Civîna Barzanî û Guterres di demekê de ye, ku sala borî, Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê, rewşa Kerkûkê û cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê de, nameyek ji Antonio Guterres re şandibû.

'Neteweyên Yekbûyî dikare roleke sereke bilîze'

Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe de ragihandibû, ku Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê dikare “roleke sereke bilîze” weke navbeynkar û destpêkirina “diyalogeke xurt û berfireh” di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina kêşeyan, ji wan jî: “Cîbicîkirina maddeya 140 a Destûra Iraqê.”

Barzanî daxwaz kir ku asta nûnertiya NY li Herêma Kurdistanê were bilindkirin

Di xaleke din a nameya xwe de, Nêçîrvan Barzanî daxwaza bilindkirina asta Nûneratiya Netewên Yekbûyî li Herêma Kurdistanê kiribû, bi awayekê ku bi kêmanî berpirsekî Netewên Yekbûyî li Hewlêrê bê danîn ku di asta Cîgirê Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY de be.

Daxwaz hat kirin ku kesek weke Berpirsê Karûbarên Mirovî yê NYyê were diyarkirin

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz dike ku kesek weke Berpirsê Karûbarên Mirovî yê Netewên Yekbûyî were diyarkirin, çimkî ew post ji sala 2015an ve bi betalî maye.

Di xaleke din de, Barzanî daxwaz kiribû ku binkeya sereke ya Bernameya Mirovî ya Netewên Yekbûyî ji Bexdayê bo Hewlêrê were veguhastin, “çimkî 90 ji sedê koçberên Sûrî yên li Iraqê û 60 ji sedê hemû awareyên Iraqê, li Herêma Kurdistanê ne.”

Di beşeke din de Nêçîrvan Barzanî daxwaz kiribû, ku di raportên Netewên Yekbûyî de amaje bi “Federalîzma Herêma Kurdistanê” bê kirin û “îtîraf pê were kirin.”