Serokê Gistî yê CHPê cara ewil li ser serdana Herêma Kurdistanê axivî

09 September 2021 12:59 0 dîtin
Serokê Gistî yê CHPê cara ewil li ser serdana Herêma Kurdistanê axivî

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, li ser serdana partiya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê da zanîn: “Em dixwazin Tirkiyê birêve bibin. Em dixwazin aştî û aramiyê bînin Rojhilata Navîn. Me bi vê armancê serdana Rêveberiya Herêmî ya Kurd kir.”

Karvedanên serdana şanda bilind a CHPê ji bo Herêma Kurdistanê li Tirkiyê berdewam in. Serokê CHPê Kilicdaroglu yekem car derbarê serdana şanda  partiya xwe ji bo Herêma Kurdistanê axivî. Kilicdaroglu diyar kir: “Em dixwazin li Tirkiyê werin ser desthilatê. Ji ber wê em dixwazin li Rojhilata Navîn terorê bi dawî bînin. Em dixwazin aştî û aramiyê bînin Rojhilata Navîn. Em dixwazin Rêxistina Aştî û Hevkariyê ya Rojhilata Navîn ava bikin. Em ê rewşeke wiha ava bikin ku li Rojhilata Navîn teror û şer bi dawî bê û aştî pêk were. Armanca bingehîn a hevdîtina ev e. Me tenê ne bi Rêveberiya Kurd a Herêmî re, di hema demê de me bi Tirkmen û Êzîdiyan re jî hevdîtin kirin. Me nêrînên xwe yên derbarê aştiya herêmê de ji bo aktorên herêmê veguhestin. Em dê piştî hilbijartinan biçin Iraqê jî.”

Şanda CHPê ya di bin serpereştiya Alîkarê Serokê Giştî Oguz Kaan Salıcı de, ku ji Şêwirmendê Serokê Giştî û Berpirsê Siyasetên Derve yê wê partiyê Unal Çevîkoz, Endamê Encumena Partiyê Nevaf Bîlek, Prof. Dr. Mehmet Hasan Eken û Enver Omur Plat pêk hatibû, destpêka vê heftiyê di 5-6ê Îlonê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrur Barzanî re hevdîtîn kir.

Şanda CHPê di serdana xwe de herwiha bi Tevgera Goran, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berey Tirkmenî re jî hevdîtin pêk anîn.